Pakistanê ji bo Îranê daxwaza dirêjkirinê ya 2 hefteyan kir
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf daxwaz ji DYE'yê kir ku dema ji bo Îranê diyar kiriye dirêj bike û anî ziman ku pêvajoya dîplomatîk bi pêş ve çûye.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf daxwaz ji DYE'yê kir ku dema ji bo Îranê diyar kiriye dirêj bike û anî ziman ku pêvajoya dîplomatîk bi pêş ve çûye.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) xwest, ku ji bo lihevkirina bi Îranê re dema dawî ya diyar kiriye dirêj bike Şerîf anî ziman ku hewldanên dîplomatîk "bi rengekî îstiqrar, xurt û bi bandor bi pêş ve diçe" û destnîşan kir ku pêvajo di demeke nêz de dikare encamên şênber bi xwe re bîne.
Îslamabad di navbera Tehran û Washingtonê de navbeynkariyê dike. Serokê DYE'yê Donald Trump ji bo lihevkirinê roja Sêşemê bi dema Washingtonê saet 20:00 weke dema dawî diyar kir û gef xwar ku eger lihevkirin nebe wê DYE bombeyan li binesaziya sivîl bibarîne.
Şerîf ji bo dewamkirina muzakereyan demeke zêde ya ji du hefteyan ji Trump xwest. Bang li Îranê jî kir rku weke nîşaneya nêta baş di nava vê demê de Tengava Hurmuzê vekirî bihêle.
Şerîf her wiha got, "Ji bo aştî û aramiya demdirêj li herêmê pêk were, ji bo bidawîkirina tekez a şer derfet ji dîplomasiyê re bê dayin, em bang li aliyan dikin ku du hefteyan li gorî agirbestê tevbigerin."
Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Îshaq Dar jî anî ziman ku êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê pêşketina li muzakereyan asteng dike.
Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Misrê Badr Abdelatty roja Sêşemê derengiya şevê bi Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Îshaq Dar re bi telefonê axivî.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Misrê de hate ragihandin ku di axaftinê de ji bo bidawîkirina rageşiya navbera DYE û Îranê, hewldanên hevpar ên ji bo 'lihevkirinê' hatin nirxandin.